Li 14 herêmên Şirnexê dîsa qedexe hat ragihandin
Hewlêr (Rûdaw) - Li 14 deverên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê û navçeyên wê “15 roj qedexe” hat qedexekirin.
Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê, li 14 dever û çiyayên Şirnexê û navçeyên wê yên Cizîr, Silopiya, Basan, Qileban û Elkê qedexe hatiye ragihandin.
Li gorî biryarê, li wan deveran ji 16ê Tîrmehê heta 30ê Tîrmehê di bin navê “herêma taybet a ewlehiyê” de qedexe hatiye ragihandin
Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgirtina li ber tawanan û her rûdaneke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.
Cihên qedexekirî
Çiya û navçeyên ku li gorî biryara parêzgariyê hatine qedexekirin ev in:
“Çiyayê Cûdiyê, Besta, Çiyayê Gurê, Kureşîn, Kela Memê, Feraşîn, Zêrîne, Çiyayê Gabarê, Tehtê Reş, herêmên gundên Pîran, Dol û Tenînê, Hoza Mêrî.”
Parêzgariyê herwiha hişyarî daye xelkê ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin wan deveran.
Divê were gotin ku beşeke zêde ya xelkê Şirnexê û navçeyên wê debara xwe bi ajeldariyê dike.
Bi vê biryara parêzgariyê re gelek herêmên Şirnexê hatine qedexekirin ku xelk çar demsalan ajelên xwe li wan diçêrîne.
Artêşa Tirkiyeyê van demên dawiyê “operasyonên” xwe yên leşkerî bi hinceta gerîlayên PKKyê li ser sînorê Bakur û Başûrê Kurdistanê û çend parêzgehên din ên Bakurê Kurdistanê zêde kirine.
Di vê çarçoveyê de li Bakurê Kurdistanê bi berdewamî qedexeyên çûn û hatinê tên ragihandin.