Li Mêrdînê qeza: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyadê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve barhilgirek û kamyonetek li hev qelibîn û di encam de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Îro Yekşemê 16ê Temûza 2023an li ser rêya navçeyên Midyad û Hezexê barhilgirek û kamyonetek li hev qelibîn û li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstî û cendermeyan çûn cihê bûyerê.

Li gor zanyariyan di qezayê de şofêrê kamyonetê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 2 kes jî birîndar bûne.

Herwiha kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê hatine veguhestin.