Ranye: Zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê bi kêrê hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Ranye ya ser bi Silêmaniyê ve zarokekî ji Rojavayê Kurdistanê bi kêrê hat kuştin.

Yasir Mihemed ê 8 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê piştî ku du rojan winda bû, derengî şeva borî cenazeyê wî li nêzîkî Çiyayê Hencîre yê Ranyeyê hat dîtin.

Berdevkê Polîsê Îdareya Serbixwe ya Raperînê Şoreş Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, mirovên Yasir Mihemed gilî tomar kirine ku kesekî bi hinceta kirîna tiştan, kurê wan biriye û venegerandiye û piştî lêkolînan derketiye ku ew zarok ji aliyê ciwanekî 21 salî yê Ranyeyî ve bi kêrê hatiye kuştin.

Hat ragihandin piştî ku ew ciwan hatiye desteserkirin li xwe mikûr hatiye û li gor gotina polîsên Raperînê, rewşa kujer a derûnî nebaş bûye û niha bi madeya 406 a yasaya cezakirinê ya Iraqê hatiye ragirtin.

Cenazeyê zarokê ku hatiye kuştin ji bo Rêveberiya Pizîşkiya Dadê ya Ranyeyê hatiye şandin û lêkolîn li ser bûyerê tê kirin.