Li Rihayê 4 cotkarên nebûna elektrîkê protesto kirin hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 4 cotkarên ji ber nebûna elektrîkê xwepêşandan kiribûn û rê girtibûn bi biryara dadgehê hatin girtin.

Li Wêranşarê roja 15ê Tîrmehê cotkarên gundên Golkûrk û derdora wê ji ber nebûna elektrîkê li ser rêya Riha-Mêrdîn û rêya Wêranşar-Siwêregê xwepêşandan kiribûn û rê girtibûn.

Hêzên cendirme bi tundî êrîşî cotkaran kiribûn û 12 cotkar desteser kiribûn. 12 cotkar piştî karên îfade wergirtinê li Fermandariya Cendirmeyan a Wêranşarê, roja 16ê Tîrmehê bo Dadgeha Wêranşarê hatin şandin.

Dadgehê 8 cotkar berdan û derbarê cotkarên bi navê Abdulkadir Yildizogullari, Mehmet Yildizogullari, Îsmail Akyol û Zafer Keskinbiçakli de biryara girtinê da. Her çar cotkar bo Girtîgeha Curnereşê hatin şandin.

Cotkarê bi navê Abdulkadir Yildizogullari ku pismamê wî hatine girtin ji Rûdawê re got: “7-8 roj in elektrîka me tineye. Elektrîka 12 gundan tineye. Ava me ya vexwarinê nîne. Me got ji bo ava vexwarinê rojê 2 demjimêran elektrîka me berdin, dîsa jî bernedan. Erdên me hemû hişk bûn û şirîkên me yên li ser erdan hemûyan bar kirin. Nexweşên me hene ku pêwîstiya wan bi elektrîkê heye. Amûrên dermankirinê bi elektrîkê dixebitin.”