Li Dêrsimê pezkovî bi awayekî ewle dadikevin nav gundan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê pezkoviyên ku li çiyayên asê yên parêzgehê dijîn piştî zêdebûna pileya germê bi awayekî ewle dadikevin qûntarê çiya û nav gundan.

Di çarçoveya Parastina Xwezayê û Parkên Niştîmanî de qedexeya nêçîra pezkoviyan berdewam e û keriyên pezkoviyan ku li nêzîkî 3 hezar metre cihê bilind dijîn bi awayekî ewle dadikevin derdora gundan û pêwîstiya xwe ya av û xwê werdigrin.

Ji ber xwezaya parêzgehê ku çem û daristanên wê zêde ne ligel pezkoviyan hejmarek ajelên din jî wek gur, hirçê gewr, werşeq, sivorî, berazê kovî, bazê zinaran, rovî, çeqel û seyê avî hene û ew jî di çarçoveya qedexeya nêçîrê de ne.

Corê pezkoviyên li çiyayên Bakurê Kurdistanê tên dîtin di lîsteya sor a "Corên ku metirsî li ser wan heye jinav biçin" de cih digre ku Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Cîhanê (IUCN) weşandiye.