UNICEFê têkildarî qutkirina avê li ser Hesekê hişyarî da

Hewlêr (Rûdaw) - UNICEF daxwaza rawestandina aloziyan li wêstgeha Elok dike û hişyariyê dide ku dibe qutkirina avê bibe sedema belavbûna nexweşiyan.

Saziya Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) amajeyê bi wê yekê dike, ku wêstgeha Elok ji Mijdara 2019an ve, 24 caran rawestiyaye.

Wêstgeha Elok ji 23 meha borî ve ji kar ketiye û karên çakkirinê tê de têne kirin, ev yek jî bûye sedem ku av ji ser parêzgeha Hesekê were qutkirin.

Li gorî UNICEFê, wê yekê bandor li ser nêzîkî milyonek kes kiriye, di nava wan de, ew malbatên koçber ku ji navçeyên cuda koçberî Hesekê bûne.

Li gor rêkxistina UNICEFê, xelk neçar dibin, ku hinek çavkaniyên avê bikar bînin, ku ne tendirust in, û dibe ku bibe sedema derketina hinek nexweşiyên veguhêz bi rêya avê, dibe ku metirsîdar bin jî.

Rêxistina UNICEFê tekezî li ser wê yekê dike, ku divê ava paqij bigije xelkê bi taybetî di vê dema pandemiya Coronayê de.

Krîza avê ji 2013an li bajarê Hesekê heye, lê piştî kontrolkirina Wêstgeha Elok a li Serê Kaniyê ji aliyê grûpên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve rewşa avê bi yek carî xerabtir bûye.

Wêstgeha Elok dikeve 10 kîlometriya rojhilatê bajarê Serê Kaniyê û ji 30 bîrên avê pêk tê, ku çavkaniya sereke ya ava Heseke û derdora wê ye.

Ji Cotmeha 2019 ve ku bajarê Serê Kaniyê ketiye bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wî welatî, gelek caran ava wêstgeha Elok li ser bajarê Hesekê û gund û bajarokên derdorê yên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser a de qut dikin.