Celadet Bedirxan xizmeteke bêhempa pêşkêşî zimanê Kurdî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Zimanzan û nivîskar û çêkerê alfabeya kurdî ya bi latînî Mîr Celadet Alî Bedirxan ku di hemû waran de xizmeteke bêhempa pêşkêşî ziman û çand û edebiyata Kurdî kiriye, roja 15ê Tîrmeha sala 1951ê ji dinyaya me bar kir.
Zimanzan û fîlozofê Kurd Celadet Alî Bedirxan ku 26ê Nîsana 1893an li Stenbolê ji dayik bûbû, roja 15ê Tîrmeha 1951an, li Şama paytexta Sûriyê koça dawî kir.
Celadet di hemû waran de xizmeteke bêhempa pêşkêşî ziman û çand û edebiyata Kurdî kir.
Zimanzan û fîlozofê Kurd Celadet Alî Bedirxan ku nîsana sala 1893an li Stenbolê hate ser rûyê dinyayê, di hemû qad û waran de kedeke mezin û bêwêne pêşkêşî ziman û çanda Kurdî kir.
Xwediyê Kovara Hawarê Celadet Bedirxan bi taybetî di warê zimanê Kurdî de xwedî kedeke mezin û bandoreke berçav e. Celadet hergav doz li keç û lawên Kurd dikir ku xwe fêrî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin û wiha digot: "Divê em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Yan hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin an nebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji we re ne rûmet, lê rûreşiyeke giran e."
Celadet Bedirxan yekîtiya miletê Kurd di yekîtiya zimanê wî de didît û bi zîrekî û dûrbîniya xwe gihiştibû wê baweriyê ku divê berî her tiştî Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin û giringiyê pê bidin û wiha dibêje: "Şerma mezin ew e ku mirov nezanê xwendin û nivîsandina zimanê xwe be. Tenê bi hebûna xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe û parastina wî, em dikarin di civata miletan de wek miletekî xweser bijîn û payedar bin."
Piştî ked û xebateke bêrawestan, zimanzan û ronakbîrê Kurd ê qedirgiran Mîr Celadet Bedirxan di 15ê tîrmeha sala 1951ê de, li gundê Hecanê li nêzîkî Şamê, di bîra qederê de wer bû û çû ser dilovaniya Xwedê.