Li Deriyê Xabûrê hatin û çûn sekinî
Navenda Nûçeyan – Ji ber pirsgirêka di sîstema kontrolkirina pasaportan de, li aliyê deriyê Xabûr a di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de, hatin û çûn hatine sekinandin.
Demjimêr 03.00ê îro danê sibê ve, ji ber pirsgirêkeke teknîkî di sîstema pasaportan de, li Deriyê Îbrahîm Xelîl û Xabûrê, hatin û çûnên di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de sekinîn.
Ji ber vê pirsgirêkê li herdu aliyên deriyên sînor rêza otomobîl û mirovan çêbû.
Heta niha jî berpirsan negotine ka dê ev pirsgirêk kengî were çareserkirin.
Hemwelatiyên ku li ber germê di derî de sekinîne dixwazin demildest ev pirsgirêk were çareserkirin.