Li Meletiyê erdhej: Parêzgar daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arxayê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) diyar kir ku hêja erdhejê 4,4 e.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye û erdhejê saet 24:24an rû daye.

Parêzgar daxuyanî da

Parêzgarê Meletiyê Ersîn Yazici li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da û got, “Heta niha rewşeke neyînî çênebûye.”