Têkildarî şerê li Amedê û kuştina 9 kesan geşedaneke nû
Hewlêr (Rûdaw) – Têkildarî bûyera şerê li ser erdê ya li navçeya Bismila Amedê ku di encam de 9 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn, 5 kes hatin desteserkirin, ji bo desteserkirina 13 kesan jî lêgerîn berdewam e.
Duh 15ê Hezîranê di navbera du malbatên ji gundên Şidadê û Sarî Huseyin ên navçeya Bismila Amedê de şer derketibû û di şer de 9 kes hatibûn kuştin û 2 kes jî birîndar bûbûn.
Serdozgeriya Komarê ya Bismilê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin û 3 dozger ji bo lêpirsîna derbarê bûyerê de hatine erkdarkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de, derbarê 18 kesên gumanbar de biryara desteserkirinê hatiye dan û îro di operasyonekê de 5 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine desteserkirin.
Herwiha ji bo desteserkirina 13 kesên din jî lêgerîn berdewam e, du ji wan kesan birîndarên şerê duh ê li gundê Şidadê ne, ku niha li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Cenazeyên 9 kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dabûn jî hatin veşartin.
Li aliyekî din tedbîrên ewlehiyê yên cendirmeyan li nav gundê Şidadê û derdora wê berdewam dikin.