Li Îdirê bûyera trafîkê: 3 mamoste birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 3 mamoste birîndar bûn. Rewşa yek ji wan mamosteyan giran e.

Li gor zanyariyan îro li cadeya Serdar Yucel a Îdirê otomobîla ku 3 mamoste tê de bûn û barhlgirek li hev qelibîn.

Di bûyerê de mamsoteyên bi navên Gulden Atasu Yilmaz, Mîne Yazici Kuçuk û Elîf Çelîk Uludaş birîndar bûn.

Li ser agahdariyê tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û mamosteyên birîndar birin Nexweşxanaya Dewletê ya Îdirê.

Hat ragihandin ku ji birîndaran rewşa Gulden Atasu Yilmaz Giran e û di bin çavdêriya hûr de ye.