Îro heciyên Rojavayê Kurdistanê ji Hewlêrê ber bi Siûdiyê ve bi rê dikevin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Înê 525 heciyên Rojavayê Kurdistanê ji Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê ber bi Erebidtana Siûdiyê dikevin rê.

Serokê Grûpa Ritac El-Kabe lilHec û El-Umre Hacî EbdulÎlah Keleş ku ji Rûdawê re ragihandiye, wê sibê  roja Înê 16ê Hezîrana 2023an, 525 Haciyên Rojavayê Kurdistanê demjimêr 7 li Mizgefta Sewwaf li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê kom bibin û piştre ber bi Firokexaneya Hewlêrê ya Navdewletî dikevin rê, û demjimêr 11ê heman rojê ber bi Erebidtana Siûdiyê ve dikevin rê.

Li gor Hacî Keleş, piştre wê roja Yekşemê 18ê Hezîranê 167 haciyên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Hewlêrê dikevin rê ber bi Erebistana Siûdiyê ve.

Li gor heman çavkaniyê, hejmara heciyên Rojavayê Kurdistanê bi temamî yên îsal ku wê hecê bikin gehiştiye 664 heciyan.