Agir li zeviyên komelgeha Şarya ket

Şarya (Rûdaw) – Şeva derbasbûyî agir li zeviyên komelgeha Şarya ket û zirar gihişte berhemên çandiniyê.

 

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nesrî ragihand: “Şeva derbasbûyî, li tenişta komelgeha Şarya agir derket û metirsiya wê yekê hebû ku agir bigihîje komelgehê, lewma tîmên agirvemirandinê demildest gihiştin cihê bûyerê û şewat kontrol kirin û nehiştin bigihîje komelgeha Şarya.”

 

Li gor gotina Peyamnêrê Rûdawê, erdên ku agir lê derketiye erdên genim, yan berhemên çandiniyê nebûn, lê ji ber agir zirar gihiştiye berhemên çandiniyê yên nêzîkî şewatê.