Welatiya Brîtanî-Îranî li girtîgeheke Tehranê kete greva birçîbûnê

Hewlêr (Rûdaw) - Nazenîn Zaxirî, ew jina Brîtanî ya ku bi regez Îranî ye û ew 3 sal in li Îranê hatiye girtin, weke nerazîbûnekê li hemberî girtina xwe, li girtîgeheke Tehranê dest bi greva birçîbûnê kir.

 

Hevjînê Nazenîn Zaxirî, Richard Ratcliffe dide zanîn ku Nazenînê ji rayedarên dadgeha Îranê re gotiye ku ew êdî xwarinê naxwe û heta ku neyê azadkirin, ew dê tenê avê vexwe.

 

Hevjînê Nazenînê daxwaza alîkariyê dike û dibêje, divê hikûmeta Brîtanya riyekê bo azadkirina wê bibîne.

 

Nazenîn Zaxirî ragihandiye, heya ku wî bernedin ew dê di grevê de be.

 

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt jî derbarê mijarê de ragihandiye, di demekê de ku ew 3 sal in Nazenîn ji hevjîn û malbata xwe hatiye dûrxistin û girtin, peyama me bo Îranê ew e ku karekî baş bike, mirovayetiya xwe nîşanî cîhanê bide û rê bide ku ew jina bêtawan vegere nava malbata xwe.

 

Balyozê Îranê yê li Brîtanyayê di twîttekê de ragihandiye, ev du roj in ku hin kesan li ber deriyê avahiya balyozxaneya wan a li Londonê girtine û rêyên hatinûçûna dîplomatan qut kirine.

 

Balyozê Îranê amaje bi wê yekê nekiriye ku ew kes kê ne, lê belê hevjînê Zaxirî ragihandiye ji bo piştgirîkirina Nazenîn, wî li ber avahiya balyozxaneya Îranê ya li Londonê dest bi grevê kiriye.