Delegeyên Bakur: Bila kongreya neteweyî demildest bicive
Amed (Rûdaw) – Delegeyên Bakurê Kurdistanê yên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Ahmet Turk, Mulkiye Bîrtane, Îmam Taşçier û Adem Ozcaner bang li hemû delegeyên Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî û hemû partî û rêxistinên kurdan kirin ku di zûtirîn demê de komîteya amadekar bicive.
Hevserokê KCD’ê û Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamentera HDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane, Serokê Giştî yê DDKD’ê Îmam Taşçier û Berdevkê Însiyatîfa Azadiyê Adem Ozcaner ku delegeyên Kongreya Neteweyî ne, daxuyaniyeke hevpar belav kirin. Di daxuyaniya nivîskî de bang li hemû partî, rêxistin û dezgehên Kurdistanê hate kirin ku di demeke nêz de komîteya amadekar civîna xwe ya kongreyê pêk bîne.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di dîrokê de her gav pilan û pirojeyên desthilatdaran hem li ser Rojhilata Navîn hem jî bi taybeti li ser Kurdistanê hebûne. Îro jî ev siyaset her berdewam e. Ji ber vê yekê jî divê pirojeyeke hevpar a kurdan jî hebe. Kurd siyaseta hevpar tenê bi kombûna Kongreya Neteweyî dikarin pêk binin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşên DAIŞ’ê yên li Mûsil û Iraqê, guherînên li Iraq û Rojhilata Navîn çêdibin, bandora xwe li ser kurdan jî dikin.
Delegeyên kognreyê ev yek wiha vegotin: “Li ser vê esasê, em dixwazin bête zanîn ev êrîş û guherînên dawî yên ku li Iraqê rû didin, hem ji aliyekî ve destkeftiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dixin xetereyê hem jî ji aliyekê ve ji yekîtiya gelê Kurdistanê re derfet û firsendan çêdike. Divê kurd jî ji bo ku siyaseteke hevpar a ku xizmeta berjewendiyên neteweyî ya gelê kurd û Kurdistanê pêk bîne di demeke kurt de bi lezgînî li hev bicivin.”