Li Semsûrê 120 karker bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golan a parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 120 karker bi jehrê ketin.

Bûyerê şeva borî rû da, karkerên ku li avahiyekê dixebitîn piştî şîvê bi jehrê ketin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn wê avahiyê û karker veguhastin Nexweşxaneya Serê Golan.

Hat ragihandin ku rewşa wan a tenduristiyê baş e.

13ê vê mehê jî li Girtîgeha Amedê jî 76 kes ji xwarinê bi jehrê ketibûn ku 62 ji wan girtî û 14 ji wan jî karmendêm girtîgehê bûn.