Partiya Pêşverû: Me pirsgirêkên navxwe çareser kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ragihand ku -wan kirîza nava partiyê ku weke metirsîdar bi nav dike derbas kirine û hemû belgeyên kongreyê temam kirine.

Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ku yek ji partiyên kevin e li Rojavayê Kurdistanê û heta berî wefata xwe Hemîd Hecî Derwêş sekreterê w bû, piştî wefata wî jî ew partî bê serok mabû û ji aliyê polîtbîro ve dihate birêvebirin, hinek nakokî jî ketibûn nava serkirdeyên wê partiyê.

Komîteya Navendî ya Partiya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek li ser wan nakokiyan belav kir û got ew çareser bûne.

Partiya Pêşverû di daxuyaniya xwe de dibêje  Komîteya Navendî hemû belgeyên kongireyê temam kirine

Derbarê paşxistina kongreyê de Partiya Pêşverû dibêje: “Ji ber cudabûna nerînan li ser hejmareke pirsên rêkxistinî, me biryar daye kongreyê heta demeke ne diyar paş bixin, heta ku rewş ji bo lidarxistina kongireyê baş bibe.”

Partiya Pêşverû diyar dike ku pêwîstî bi hinek dem heye ji bo ku biryarên Komîteya Navendî bên cîbicîkirin.

Komîteya Navendî ya Pêşverû ji xelkê xwe re tekez dike wan kirîza nava partiyê ku weke metirsîdar bi nav dike derbas kirine.

Pêşvero herweha spasiya hemû partî, aliyên siyasî, rewşenbîr û kesayetiyên civakî dike ku roleke erênî ji bo nehiştina aloziyê lîstine.

Di dawiya daxuyaniyê de jî Pêşvero dibêje: “Em dê li ser pirensîp û siyaseta xwe û rêbaza serkreterê xwe yê koçkirî Ebdulhemîd Derwîş berdewam bin.”