Li Geliyê Zîlan Santrala Hîdroelektrîkê tê çêkirin
Hewlêr (Rdûaw) - Li Geliyê Zîlan ku bi hezaran Kurd bikom lê hatibûn kuştin, Santrala Hîdroelektrîkê (HES) tê çêkirin. Serokê ÇEVDERa Wanê Alî Kaliçik jî da zanîn ku çêkirina HESê li Geliyê Zîlan zerareke zêde gihandiye xweza û dîroka wê navçeyê û got: “Bi yek gotinê ev wehşet e û divê rê li ber vê wehşetê bê girtin.”
Li Geliyê Zîlan ku dikeve sînorê qezaya Erdîşê ya Bakurê Kurdistanê, 2014ê projeya çêkirina Santrala Hîdroelektrîkê hatibû destpêkirin, lê li ser nerazîbûna rêxistinên parastina jîngehê û gundên derdorê, bi biryara 6emîn Daîreya Şûraya Dewletê di 2015ê de hatibû rawestandin. Lê niha derket ku çêkirina Santrala Hîdroelektrîkê dîsan destpê kiriye.
Derbarê mijarê de Serokê Komeleya Hawirdorê ya Wanê Alî Kalçik ji Rûdawê re got: “Di sala 2014an de bo çêkirina HESê li Geliyê Zîlan serlêdan tê kirin. Ji bo raporta Nirxandina Bandora Liser Jîngehê (ÇED) ligel gundiyan civîn tên kirin.
Akinciyên wê derê nerazîbûnê pêşan didin. Ji ber nerazîbûnan proeje demekê tê rawestandin. Lê di 2015an de bêyî liberçavgirtina raporta ÇEDê û biryara dadgehê projeyê dîsan didin destpêkirin. Niha jî berdewam e.”
Çaltik bibîrxist ku piştî Komkujiya 1930an Geliyê Zîlan hatiye valakirin û got: “Herêm ji Kurdan hatiye paqijkirin.”
Serokê ÇEVDERê Alî Kaliçik diyar kirk u li bendê ne raya giştî nerazîbûnê pêşan bide û got: “Li Tirkiyê rewşa hiqûqê li holê ye. Lê li Wanê rewşeke balkêştir heye. Herçiqas bi Tirkiyê ve girêdayî be jî lê li Wanê rewşek heye wek ne bi hiqûqa Tirkiyê bê birêvebirin. Mînak; zêdeyî hezar û 300 roj e bi biryara Walî civînên çapemeniyê û karûbarên siyasî tên qedexekirin. Dema rewş wiha be eger mirov bên kuştin jî derfet nîne daxuyanî bên dayîn. Lewra tiştekî bê kirin nîne.”
Kalçik tekez kir ku divê xweza û ekolojî were parastin û got: “Roja îro yek ji sedemên derketina vîrûsa Coronayê jî pîsbûna jîngehê ye. Enerjî di roja îro de pêdiviyeke bingehîn e. Lê eger pirsgirêk enerjî be enerjiyeke paqij heye ku dikare bê nûkirin. Enerjiya ba û rojê heye. Ev enerjî zerarê nagihîne xwezayê.”
Kalçik da zanîn ku çêkirina HESê li Geliyê Zîlan di du waran de girîng e û got: “Yekem li wê derê hê hestiyên mirovên hatine qetilkirin hene. Di kolandinan de hestiyên mirovan derdikevin ku di Komkujiya 1930an de hatine qetilkirin. Xwîna Kurdan hê li wê derê ziwa nebûye. Duyem jî riwek û nebatên endemic ku li navçeyê çêdibin. Qurnewêlk û seyên avî hene ku hindik maye jinav biçin. Herwiha masiyên Wanê ku di navbera 15ê Nîsan-15ê Temûzê de dema hêkkirinê diçin wê derê.”
Tê gotin ku di Komkujiya 1930an a Geliyê Zîlan de nêzîka 15 hezar Kurd bi kom hatine kuştin. Rojnameya Cumhuriyetê di nûçeya xwe ya 16ê Temûza 1930an de nivîsîbû: “Geliyê Zîlan heta deviyê bi cesedan tejî bûye.”