23 baroyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê banga rakirina qeyûman kirin

Hewlêr (Rûdaw) - 23 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxwaz kirin ku qeyûm li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bên rakirin.

Baroyên Edene, Agirî, Semsûr, Artvîn, Êlih, Çewlîg, Bedlîs, Bursa, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hetay, Qers, Stenbol, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê bi daxuyaniyeke hevbeş nerazîbûn nîşanî danîna qeyûmn li ser şaredariyên HDPê dan.

Ew 23 baro dibêjin, “Erkdarkirina qeyûman zirarek giran digihîne demokrasiya Tirkiyê, û binpêkirina mafê hilbijartinê ye. Divê şaredarên HDPê di zûtirîn dem de vegerin ser karên xwe.”

Di daxuyaniya hevbeş de amaje bi wê hatiye kirin, di demekê de ku hemû cîhan rûbirûyê vîrusa koronayê dibe û pêdivî bi zêdetirîn hevkariyê heye, “dûrxistina şaredaran û danîna qeyûman li cihê wan li gel hiqûqê nagunce.”

Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye tekezkirin ku, “encama ji sindoqê derdikeve di ser her tiştî re ye” hatiye gotin ku biryarên bi vî rengî ziyan digihînin aştiya civakî û demokrasiyê.

Hikûmeta Tirkiyê, duh li ser şaredariyên bajarê Sêrt û herdu navçeyên wê Hawêl (Baykan) û Misirce (Kurtalan), bajarê Îdirê û bajarokê Vartînisê yê Mûşê ku di destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bûn, qeyûm danîn.

HDP di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de, 65 şaredarî bi dest xistibûn ku 3 ji wan şaredariyên bajarên mezin bûn.

Lê belê heta niha 45 şaredarî ji destê HDPê hatine derxistin û li ser wan şaredariyan qeyûm hatine danîn.