Asayîşa Hewlêrê: Me ti şervanên YPGê negirtine

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê dide xuyakirin, ku ti şervanekê biyanî yê YPGê ji aliyê wan ve nahetiye girtin û nûçeyên di vê derbarê de tên belavkirin jî ne rast in.

 

Medyaya nêzîkî PKKê îdîa kiribû, ku 9 şervanên biyanî yên Yekîneyên Parastina Gel YPGê, ligel 2 şofêran li nêzîkî Hewlêrê, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatine girtin.

 

Li gorî îdîayê şervanan xwestiye bi rêya Başûrê Kurdistanê vegerin welatên xwe. Herwiha di nav wan de du hemwelatiyên Îtalyayê, amerîkiyek û îspaniyek jî hene.

 

Derbarê van îdîayan de Rêveberê Asayîşa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rûdawê re got: “Nûçeya desteserkirina 9 şervanên biyanî yên YPGê, ji rastiyê dûr e. Ti bingeheke van gotegotan nîne.

 

Nûrî bi zimanekî teqez diyar kir, ku weke Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê ti şervanekî YPGê negirtine.