Pentagon: Me 81 dron û herî kêm 6 mûşekên balîstîk ên Îranê xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, wan 87 mûşek û dronên Îranê xistin ku hedefa wan Îsraîl bû.

Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder di civîna çapemeniyê ya rojane de pirs bersivandin.

Patrick Ryder diyar kir ku li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), Îranê ji axa xwe û ji Îraq, Sûriye û Yêmenê bi 110 mûşekên balîstîk ên menzîlnavîn, 30 mûşekên cruise û zêdeyî 150 jî dronî Îsraîl kiriye hedef.

Ryder da zanîn ku ji van 81 dron û herî kêm 6 mûşekên balîstîk ji aliyê Amerîkayê hatin xistin.

Ryder eşkere kir ku Amerîka naxwaze li herêmê rageşî gurtir bibe lê belê ji bo parastina Îsraîl û personelê Amerîkayê dê wergirtina tedbîrên pêwîst bidomîne.

Berdevkê Pentagonê herwiha destnîşan kir Îran berî êrişê bide destpêkirin, bi rêya hevpeymanan ti hişyarî nedaye Amerîkayê.