Çû ber pez lê cenazeyê wî vegeriya

Hewlêr (Rûdaw) – Li Şirnexê termê kesekî 69 salî yê ku çûbû ber pezê xwe li çolê hat dîtin.

Bûyerê li gundê Şiyê yê navçeya Qilebanê rû da.

Eşref Tok serê sibehê pezê xwe ji gund derxist.

Piştî ku heta derengê şevê venegeriya xizmên wî xeber da cendirmeyan.

Kesên ku li Eşref Tok digeriyan termê wî li çolê dît.

Tîman ew rakir nexweşxaneyê lê hat tesbîtkirin ku ji ber krîza dil miriye.

Li hêla din, hat zanîn ku Eşref Tok ji gundê Sêgirkê ye û ji cerdevaniyê malnişîn bûye.