Wezîrê Petrolê yê Iraqê: %80ê girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê rewa ne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcabbar diyar kir ku ji sedî 80ê girêbestên petrolê yên Herêma Kurdistanê bi şîrketên navneteweyî re îmze kirine rewa ne û got, "Em ligel Herêma Kurdistanê di mijara dosyaya petrolê de li ser 3 xalab dixebitin.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebbar di hevpeyvînekê de ligel televîzyona “El-Furat” a Iraqê, nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên derbarê yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê nirxand.

Îhsan Ebdulcebbar got, "Di nêzîkatiya her du aliyan de teoriyên komployê hene. Ev alî dibêje ku Kurd wextê ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin û petrolê SOMOyê venagerînin. Aliyê Kurd jî dibêje dê aliyê din her tiştî bi dest bixe û wan birçî bihêle. Destûr û biryarên Dadgeha Bilind a Federal di vî warî de bingehîn in. Di xalên Destûra Bingehîn ên 110, 111 û 115an de nakokî hene. Em destwerdana siyasî bi çîroka fiqhî naxwazin.”

Ebdulcebbar diyar kir ew di wê baweriyê de ne ku petrol weke amûreke siyasî tê bikaranîn û got: “Lê em di wê baweriyê de ne ku divê sektora petrolê ji nakokiyên siyasî dûr bê girtin. Me xwest biryara Dadgeha Bilind a Federal bi cih bînin.”

Şandeke pilebilind a Herêma Kurdistanê roja 11ê Nîsanê li Bexdayê bi mebesta çareserkirina nakokiyên li ser biryara Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê, bi berpirsên Wezareta Petrola Iraqê re civiya.

Ebdulcebbar amaje bi wê yekê kir ku ji bo çareseriya krîza navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê ya ji ber dosyaya petrolê, divê li gorî destûr û biryara Dadgeha Bilind a Federal di danûstandinan de tawîzên hevpar bên dayîn.

Ebdulcebbar eşker kir ku wan projeyasayên çareseriyê radestî şanda Herêma Kurdistanê kirine û diyar kir ku ev yek li ser sê xalan hatiye avakirin û ew xal wiha rêz kirin: “Pêdaçûna girêbestên navdewletî û guncandina wan a yasayî di berjewendiya aliyan de, avakirina kompanyaya petrola Kurdistanê û pêşxistina pîşesaziya petrolî li herêmê, bi mercê ku xwediyê wê dewleta Iraqê û hikûmeta federal be û di berpirsatiya herdu aliyan de be.”

Bi gotina Wezîrê Petrolê yê Iraqê her du aliyan,  li ser ji sedî 50 şert û mercên Wezareta Petrolê ya Iraqê li hev kirine û ew bi biryar in ku van mercan pêk bînin û got, “Lê belê pirsgirêka herî bingehîn bêbaweriya wan (Herêma Kurdistanê) bi hikûmeta federal e. Lê belê em dixwazin bi awayekî ku berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin û dawî li vê çîrokê bînin."

Wezîrê Petrolê yê Iraqê herwiha got, “%80ê girêbestên petrolê yên Kurdistanê ligel kompanyayên navdewletî rewa ne. Rojane 430 hezar bermîl petrol tê hinardekirin û ji petrola me ya Bakur jî 100 hezar bermîl petrol tê hinardekirin. Em dizanin ev petrol bi kîjan girêbstan û çawa tê hinardekirin. Ev ne sûc e."