Li Dîlok û Rihayê taxek û 2 apartman hatin kerentînekirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Belqîs a Dîloka Bakurê Kurdistanê taxek û li Rihayê jî 2 apartman di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê (Covid-19) de hatin kerentînekirin.

Qemeqamiya navçeya Beqîsê ragihand ku bi biryara Lijneya Parastina Tendirustiya Giştî ya Navçeyê ji ber belavbûna vîrusa koronayê hinek tedbîrên nû hatin standin û di wê çarçoveyê de Taxa Întepeyê hate kerentînekirin ku testa çend niştecihên taxê pozîtîv derketiye

Li Taxa Întepeyê ku derdora 400 kesan dijîn di çarçoveya kerentînê de çûn û hatina taxê hat qedexekirin.

Herwiha li Taxa Aşagiçardakê kerentînerkirina 29 avahiyên pêştir 29 ragihandin berdewam e.

Li Rihayê 2 apartman hatin kerentînekirin

Walîtiya Rihayê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku li wê parêzgehê bi biryara Lijneya Parastina Tendirustiya 2 apartman di çarçoveya tedbîrên vîrusa koronayê de hatin kerentînekirin.

Biyar e herdu aparmanên ku li ser biryar hatine dayîn bo heyama 14 rojan di kerentînê de bimînin.

Piştî biryarê çûn û hatina apartmanan ku her yekê testa kesekê pozîtîv derketiye, hat qedexekirin.