Rûdaw dîmenên nû yên koçberên Efrînê belav dike

16-04-2018
RÛDAW
Efrîn
Efrîn
Nîşan Efrîn Dîmen Rûdaw Rewş Koçber
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) – Kamereya Rûdawê li cihên ku koçberên Efrînê li wan deveran dimînin geriya û romala rewşa jiyana wan kir.

 

Li bakurê Helebê, li Til Sosîn, Fafîn, Tiliqrah û Ehdas bi deh hezaran koçberên Efrînê hene. Hinek ji wan bo kampa Fafînê hatine veguhestin. Hin jî li benda niştecîbûna li kampa Til Sosînê ne, lê çavên hemûyan li ser cih û warên wan ên li Çiyayê Kurmênc in.

 

Di dîmenên kameraya Rûdawê de konên ku li nêzîkî gundê Til Sosîn ji koçberên Efrînê re hatine vedan û deverên ku koçberên Efrînê lê belav bûne têne dîtin.

 

Rêya ku diçe Mehrata Misilmiyê û kargeha çîmento, di wê rêyê re, koçberên Efrînê bi qaçax û bi meş berê xwe didin Helebê û herwiha rêyeke din jî xuya dibe ku şandeyên herêma Cizîrê tên û diçin.

 

Di dîmenan de kamyonên Heyva Sor a Kurdî xuya dikin ku alîkariyên mirovî ji bo koçberan tînin. Li pêş, rêbenda hêzên hikûmeta Sûriyê heye, ji ber vê yekê êdî tu kes nikare rêya xwe bidomîne.

 

Kameraya Rûdawê rêya vegerê ya berve serbazgeha hêzên peyade û gundê Fafînê dide nîşandan. Li nêzîkî gundê Fafînê kampeke koçberên Efrînê hatiye çêkirin.

 

Piştre bajarokê Tilqirah xuya dibe, li her deverê, mirov rastî koçberan tê, li tevahiya deverên bakurê Helebê, heta niha nêzî 100 hezar koçberên Efrînê dûr ji cih û warên xwe mane.

 

Li erdê ku di dîmenan de tê dîtin, ne çiya, ne gelî, ne kanî, ne newal û ne jî şikeft û darên Zeytûnan hene. Heta dengê bavê Selah jî û Cebeliyê wî jî li van deştên rût û ziwa hest bi xerîbiyê dikin.

 

Ji lew re, piyên Efrîniyan vê erdê nagire. Çavên wan her li ser lûtkeyên Çiyayê Kurmênc in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst