HILBIJARTIN - Partiyên Kurdistanê li ser 5 xalan li hev kirin
Kerkûk (Rûdaw) – Li bajarê Kerkûkê vê carê propagandaya hilbijartinan ji berê cudatir dibe. Partiyên Kurdistanî di pêvajoya propagandayê mîna berê ne ala Kurdistanê bikar tînin û ne jî behsa Kurdistanîbûna bajar dikin.
Partiyên Kurdistanî yên li Kerkûkê li baregaha Komela Îslamî ya Kurdistanê li ser propagandaya hilbijartinan û rikberiya hev rêkeftineke 5 xalî îmze kirin.
Berpirsê Malbenda Yekgirtûya Îslamî li Kerkûkê Mewlûd Resul ji Rûdawê re ragihand: “Em ê hewl bidin weke partiyên Kurdistanê alîgirên xwe han bidin da ku beşdarî hilbijartinan bibin. Herwiha em ê ji bo koçberan jî hewl bidin sandoqên dengdanê werin danîn.”
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê hilbijartinan boykot dike û ji lewra jî berovajiyê partiyên din propagandaya beşdarnebûna hilbijartinan dike.
Berpirsê Rêxistina PDKê li Kerkûkê Mihemed Xurşîd jî ji Rûdawê re ragihand: “Her Kurdistaniyekî nîştîmanperwer ku bawer dike Kerkûk hatiye dagirkirin, xak hatiye firotin divê hilbijartinan boykot bike. Ev jî dê bibe bersiveke rast ji bo wan kesan da ku careke din hizra firotina xakê nekin.”
Li gel hemû pirsgirêkan li Kerkûkê vê carê ji ber nebûna hêz û karîgeriya Kurdan, tirsa wê yekê jî heye, ku li navçeyên Tirkmen û Ereban sextekarî were kirin.