REWŞA DAWÎ – Li Silopiya qedexe, li Nisêbîn û Geverê topbaran didome

Hewlêr (Rûdaw) - Li gelek navçe û bajarên Bakurê Kurdistanê şer û alozî berdewam e û rojane nav bajaran bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê tên topbarankirin û her diçe rewş kambaxtir dibe.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, Nisêbîna Mêrdînê û Silopiya Şirnexê, ji aliyekî ve operasyon û li aliyê din lêgerîna nav malan û şer û pevçûn û topbarankirin didome.

Li Geverê ku ji 13ê Adarê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin, li navçeyê operasyon berdewam in û li gor welatiyên derdora deverê şev û roj dengê teqe, gule û topbaranê qut nabe.

Li Nisêbînê jî ku pêr du dibistan û navendeke tendirûstiyê hatibûn şewitandin, operasyonên hêzên dewletê bi hinceta rakirina berbestan berdewam in û ji ber 33 roj in ketin û derketina nav bajêr qedexe ye, bi awayekî baş nayê zanîn ka li navçeyê çi diqewime.

Li Silopiyê ku qedexe didome û tê gotin operasyon hatine rawestandin, gera li nav malan û rûxandina avahiyan wek di dîmenan de jî dixwiye berdewam e.

Li navçeyê ku ji 5ê Nîsanê ve qedexe hatiye ragihandin, du roj dibe, bêdengî serdest e lê bi dozeran avahî tên wêrankirin.

Ji aliyekî din ve, li gor medya Tirkiyê, ji ber şer û pevçûnên vê dawiyê ku hêzên dewleta Tirkiyê gelek kuştî dan, psîkolojiya leşker û tîmên taybet têk çûye û Serfermandariya Tirkiyê derûnnas şadine navçeyê.

Berî niha jî hatibû ragihandin ku 1000 tîmên taybet destjikarkişandina xwe dane aliyên peywendîdar lê bersiveke negatîf wergirtine.