Mesrûr Barzanî: Armanca wan qirkirina gelê Kurdistanê bû
Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî got, “Armanca van tawanên rejîmê yên li pey hev ew bû ku gelê Kurdistanê qir bikin û nasnameya wî ji holê rakin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo salvegera 36an a Komkujiya Helebceyê peyamek weşand.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir, “Xelkê Helebceyê bûye qurbaniyê hovîtiya rejîma berê ya Îraqê û bêdengiya civaka navneteweyî.”
“Divê ev tawan tim li bîra me bin”
Serokwezîr Barzanî bal kişan ser armanca rejîma berê ya Îraqê û got:
“Armanca van tawanên rejîmê yên li pey hev ew bû ku gelê Kurdistanê qir bikin û nasnameya wî ji holê rakin.
Divê ev tawan tim li bîra me bin û me ji bo parastina mafên neweteyî û niştimanî herwiha ji bo parastina qebareya Herêma Kurdistanê teşwîq bikin.”
Mesrûr Barzanî diyar kir ku hikûmetên paşê yên Îraqê jî berpirsiyariyên xwe bi cih neanîne û mafên gelê Kurdistanê yên destûrî jî nedane.
Serokwezîr herwiha Barzanî bi bîr anî ku Îraq niha jî ji bo Helebce bibe parêzgeh rêkarên pêwîst bi cih nayîne.
Mesrûr Barzanî amaje pê da ku ew xizmetê ji Helebceyê re dikin û û berdewam kir:
“Em hêvîdar in ku em karibin paşerojê jî ji xelkê Helebceyê yê niştimanperwer û fedakar re xizmetê bikin.”
“Divê em rê nedin ku Îraq tawanên xwe ji bîr bike”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha got:
“Şehîdên karesata Helebceyê û hemû ew komkujiyên li beramberî xelkê Kurdistanê tim û tim li bîra me ne.
Divê bi ti awayî nabe ku em rê bidin ev tawanên cihê şermê ji bîra me û bîra dewleta Îraqê û rayedarên Bexdayê herin.
Divê tim li hişê me be ku lazim e gelê Kurdistanê were tezmînkirin (qerebûkirin).
Silav li giyanê pak ên şehîdên Helebceyê û hemû şehîdên Kurdistanê.”
Komkujiya Helebceyê
Di ser Komkujiya Helebceyê re 36 sal derbas bûn.
16ê Adara 1988an bi fermana serokkomarê berê yê Îraqê Sedam Husên ji asman bombeyên kîmyewî bi ser Helebceyê de hatin berdan.
Di vê komkujiya giran de herî kêm 5 hezar kesan canê xwe ji dest da, zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.
Îro salvegera 36an Komkujiya Helebceyê ye ku di dîroka Kurdan de bûye rojeke reşgirêdanê.
Şopên Komkujiya Helebceyê hîn jî wekî roja yekem di dilan de nû ne.
Komkujiya Helebceyê piştî Hîroşîma û Nagasakiyê wekî êrişa kîmyewî ya herî mezin tê pênasekirin.
Herî kêm 5 hezar kes şehîd ketin
16ê Adara 1988an bi fermana dîktatorê Îraqê Sedam Husên, zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, bi çekên kîmyewî hatin şehîdkirin.
Di kîmyabarana Helebceyê de bi firokeyên şer hatin bikaranîn.
Ev êrişa ku bi navê “Komkujiya Helebceyê” ket dîrokê.
Ev êriş qonaxa herî biêş û dawî ya Komkujiya Enfalê bû ku Rejîma Beasê ya bi serokatiya Sedam Husên di navbera salên 1986-1989an de bi awayekî sîstematîk li Başûrê Kurdistanê pêk anî.
Komkujiyan Enfalê 12ê Adara 1986an dest pê kir û 7ê Hezîrana 1989an bi dawî bû.
182 hezar Kurd hatin qetilkirin
Di vê silsîleya komkujiyan de 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4500 gund û 30 bajarok hatin kavilkirin, mizgeft, dêr û îbadetxane hatin wêrankirin.
Ji bo ku çekên kîmyewî bandoreke zêde bihêlin, hêza asmanî ya Îraqê destpêkê bi çekên konvansiyonel bombebaran kir û camên malan şikandin û piştre jî bombeyên kîmyewî avêtin.
Sibeha 16ê Adara 1988an 8 firokeyên MiG-23 yên hêza asmanî ya Îraqê 5 demjimêran bombeyên gazê yên jehrî bi ser Helebceyê de barandin ku nifûsa 40 hezar bû.
Gaza bi "bêhna sêvan" bajar dorpêç kir
Dema êrişa duyem dest pê kir, bêhneke xurt belav bû.
Kesên ku bûne şahidê wan kêliyan dibêjin ku gaza bi “bêhna sêvan” di bombeyên ku bi ser bajêr de ketine, di nava çend deqeyan de li nav bajêr belav bû.
Şêniyên Helebceyê yên ku bêhna gazên weke xerdel, sarîn û VX yên di bombebaranê de hatine bikaranîn çû wan, yek bi yek ketin erdê.
Di komkujiyê de zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd ketin.
Zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.
Hin çavkanî diyar dikin ku 6 hezar û 357 kes jehrî bûne û 14 hezar û 765 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), ev êrişa kîmyewî heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 43 hezar û 753 kesan û seqetbûna zêdetirî 61 hezar kesan.
Tîma Pizîşkên Sînornenas ku di destpêkê de gihîştin cihê bûyerê, bikaranîna gaza xerdelê piştrast kir.
Vê tîma bijîşkên Belçîkayî û Holendayî ragihand ku dibe ku di nav jehrên ku hatine bikaranîn de siyanur hebe.
Hin birîndarên komkujiyê bi nexweşiyên domdar re rû bi rû mane.
"Soz nehatin bicihanîn"
Sedam Husênê ku sala 2003yan ji desthilatdariyê hat xistin, di çarçoveya Komkujiya Enfalê de, ji ber kuştina 180 hezar kesî hat darizandin.
Sedam sala 2006an de bi cezaya îdamê ya ji ber Komkujiya Duceylê hat darvekirin.
Piştî mirina wî, di dadgeha ku bi sûcê komkujiya li dijî Kurdan dihat darizandin de, tawanbar hat dîtin.
Pismamê Sedam Husên, Elî Hesen El Mecîdê bi nasnavê "Elî Kîmyewî" sala 2010an ji ber fermana êrişên bi gaza jehrî ku di nav de Komkujiya Helebceyê jî heye, hat bidarvekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a Îraqê 1ê Adara 2010an Komkujiya Helebceyê wekî jenosîd nas kir.
Tevî ku ev biryar ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin jî Hikûmeta Îraqê piştgiriya pêwîst neda malbatên Helebceyê û soz nehatin bicihanîn.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê Adara 2014an biryar da ku Helebceya ku li ser Silêmaniyê ye, bibe parêzgeh.