Li Wanê li çar cihan aşût çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, li ser rêya gundên Xaşkan û Dirişkê li çar cihan aşût çêbû.

Li ser rêya Elbak û gundên Xaşkan û Dirişkê li çar cihan aşût çêbû û rêya her du gundan hat girtin. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bo cihê bûyerê hatin şandin û xebatên vekirina rê dan destpêkirin.

Muxtarê Xaşkanê Ayhan Korkmaz got: “Li çar cihan aşût çêbûye, di aşûtê de tiştekî nerênî neqewimiye. Tenê dîrekên elektrîkê qulibîne. Tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û yên Şaredariya Elbakê, ji bo vekirina rêyan dest bi kar kirine.”

Ev hefteyeke li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê pêleke barîna berfê ya dijwar heye. Heta niha ji ber berf û pûkê rêya zêdeyî 2000 gund û cihên niştecihbûnê hatiye girtin. Herçiqas tîmên peywendîdar rêyan paqij dikin jî lê ji ber bê navber barîna berfê rê dîsan tên girtin.