'Hûn çima komkujiya Helebce wek Jenosîd nas nakin?'

Helebce (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku wê xizmên şehîdên kîmyabarana Helebce bibin xwediyê xaniyên xwe. Nêçîrvan Barzanî bang li civaka navneteweyî kir û wiha got: 'Hûn çima komkujiyiya Helebce wek Jenosîd nas nakin?"

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gotara xwe ya salvegera kîmyabarana Helebce de wiha got: "Wê hemû xizmên şehîdên kîmyabarana Helebce bibin xwediyê xaniyên xwe. Ji bo birîndarên çekên kîmyayî jî, wê nexweşxaneyek taybet a ji pijîjkên taybet pêk tê bê dirûstkirin. Kesên pêwîstiya wan bi çareseriyên lezgîn hene, wê bi awayekî herî baş û demekî kurt de bên çareserkirin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mafê me ye em vê pirsê ji civaka navneteweyî bi pirsin: Hûn çima komkujiyiya Helebce wek Jenosîd nas nakin?"

Nêçîrvan Barzanî derbarê Îranê de jî wiha got: "Heta vaye 25 sal li ser vê karesatê re derbas jî bû, hê jî hinek birîndar û kesên ber bi kîmyabaranê ketine, li nexweşxaneyên Komara Îslamî ya Îranê tên çareser kirin."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê Iraq û pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî axivî û wiha got: "Niha Iraq di nava aloziyekî mezin a siyasî de dijî. Vê aloziyê bandor li tevayî jiyana welatiyên Iraqê kiriye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got: "Bingehê van pirsgirêkan vedigere ji bo girênedana ji bo bingehên Iraqa nû ya ku li ser hersê bingehên serekî 'Hevbeşî, tifaqî, federalî' hatiye damezirandin. Poşman bûn an jî cîbicînekirina wan bingehan, dibe sedemê aloziyên berdewam ên di Iraqa pir netewe, pir dînî û mezhebî de."

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku gelê kurd di meseleya budceyê de helwest wergirt, bi ti awayî ligel hevbeşî, tifaqî û Iraqekî nû de li hev nayê.