Ji ber bahozê 15 zarokên Rojava yên li Kampa Domiz birîndar bûn

Yûsiv Ehmed


Dihok (Rûdaw) – Ji ber bahoza zêde, gelek çadirên penaberên rojavayê Kurdistanê yên li Kampa Domiz a girêdayî Dihokê ketin xwar û 15 zarok birîndar bûn.

Îro danê êvarî ba û bahozekî zêde li kampa Domiz a penaberên rojavayê Kurdistanê da. Di encama bahozê de 15 zarok birîndar bûn.

Ambulansên Serokatiya Tendirûstiya Dihokê gihitin kampê û zarokên birîndar gihandin nexweşxaneyên Dihokê.

Zêdetirî 82 hezar penaberên rovayê Kurdistanê li kampa Domiz hene. Niha li tevayî Herêma Kurdistanê hêjmara penaberên rojavayê Kurdistanê gihiştiye 110 hezarî.