Bombeyên Amerîkayê gihîştin Îsraîlê

Hewlêr (Rûdaw) - Bombeyên tonajgiran ên Amerîkayê firotina Îsraîlê gihîştin wî welatî.
Li gorî nûçeya têlevîzyona Îsraîlê KANê, hezar û 800 bombeyên ji aliyê birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump ve firotina wan hatibû pesendkirin, gihîştin Bendera Aşdodê.
Serokê Amerîkayê yê berê Joe Biden firotina bombeyên ji cureya MK-84 rawestandibû.
Lê ji aliyê Trump ve firotina wan bombeyan dîsa hat pesendkirin ku her yekî tonekî giran e.