Bernameya Heyeta Îmraliyê ya li Başûrê Kurdistanê diyar bû

Heyeta Îmraliyê bi Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw re / Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – DEM Partiyê ragihand ku Heyeta Îmraliyê dê 3 rojan li Başûrê Kurdistanê bimîne û bi serkirdeyan bicive.

Heyeta Îmraliyê ku ji bo hevdîtinên bi rayedarên Herêma Kurdistanê re doh gihişt Hewlêra paytext.

Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê ragihand:

“Şande dê 3 rojan bimîne û ji Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, Hevserokê DBPyê Keskîn Bayindir, endamên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Ozgur Erol û Îbrahîm Bilmez, Hevberdevkê Komîsyona Pêwendiyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk û parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç pêk tê.”

Bernameya hevdîtinan a Heyeta Îmraliyê wiha ye:

- 16 Sibat, Hewlêr: Saet 10:00 bi Serok Mesûd Barzanî re

- 17 Sibat, Hewlêr: Saet 10:00 bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re

- 18 Sibat, Silêmanî: Saet 10:30 bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re

Heyeta Îmraliyê piştî hevdîtinên xwe yên 28ê Kanûna Pêşîn a 2024an û 22yê Kanûna Paşîn a 2025an ên bi Abdullah Ocalan re, serdanên xwe didomîne.

Tê pêşbînîkirin ku şande piştî hevdîtinên li Başûrê Kurdistanê cara sêyem biçe cem Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.