Karwanekî din ê koçberên Sûriyeyê ji Libnanê vegeriya

Otobusên koçberan /Wêne: Ji vîdeoyê

Hewlêr (Rûdaw) - Karwanekî koçberên Sûriyeyê ji Libnanê vedigeriya welatê xwe.

Piştî rûxîna rêjîma Esed, koçberên Sûriyeyê vedigerin vedigerin cig û warê xwe.

Karwanekî koçberên Sûriyeyê yên li Libananê koçber bûn bi otobusan bi rêya Deriyê Sînorî yê Cosê derbasî Sûriyeyê bûn.

Piraniya van koçberan Şîe ne û ji bajarokên Nubul û Zehrayê parêzgeha Helebê ne.

Dema Desteya Tehrîr Şamê (HTŞ) Şama paytext kontrol kir ev koçber reviyabûn Libnanê.

Endamê Komîteya Milî ya Nubul û Zehrayê Cemal Cafer got:

"Berê me pêşwazî li du karwanên koçberên Nubul û Zehrayê kiribû.

Niha em pêşwaziyê li karwanê sêyem ji malbatên Nubul û Zehrayê dikin, bi xêr û xweşî vedigerin welatê xwe Sûriyeya xweştivî."

Endamê Komîteya Millî ya Nubul û Zehrayê Ehmed Belewî wiha anî ziman:

"Em bi navê xelkê Nubul û Zehrayê spasiya Îstixbarata Giştî dikin ku rê jbo vegera kesûkarên me xweş kir."

Garantî ji bo koçberên her du bajarokên Şîe hatiye dayîn ku ew rastî ti tolstandinê nebin û bi silametî vegerin cih û warê xwe.

Endamê Komîteya Milî ya Nubul û Zehra Mihemed Bessam wiha axivî:

"Spas ji Xwedê re em bi xêr û silamet vegeriyan, pêşwaziyeke germ li me hat kirin. Ti kesekî bê edebî bi me re nekir.

Em vedigerin welatê xwe, em vedigerin jiyaneke nû destpê bikin, vedigerin nav kesûkarên xwe."

Bajarokên Nubul û Zehra yên dikevin bakurê bajarê Helebê yê bakurê Sûriyeyê û nêzikê 20 kîlometreyî dûrî Helebê ne.

Berî şerê navxwe yê Sûriyeyê nêzîkî 70 hezar kes li wan bajaran dijiyan.