Mesrûr Barzanî û Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Qeterê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê Qeterê civiya û di civînê de pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Qeterê hat gotûbêjkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya serdaneke fermî de li welatê Qeterê ye û hevdîtinên wî bi berpirsên pilebilind ên wî welatî re berdewam in.

Îro Çarşembê 16ê Sibata 2022, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Doha ya paytexta Qeterê li gel Wezîrê Bazirganî û Pîşesazî yê wî welatî Mihemed Bin Hemed Al Sanî civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de “bihêzkirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê, bi taybet di warê bazirganî û pîşesaziyê de hatin gotûbêjkirin.”

Di daxuyaniyê de tê gotin, derbarê |derfetên bihêzkirina tevgera bazirganî di navbera herdu aliyan de” jî gotûbêj hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê duh Sêşembê li ser vexwandina Mîrê Qeterê, Mîr Temîm Bin Hemed Al Sanî gihîşt Qeterê. Mesrûr Barzanî di twîtekê de têkildarî serdana xwe ragihandiye, di vê serdana xwe de dê li ser hevahengiya di warê enerjiyê de, weberhênan û bazirganiyê de bi rayedarên Qeterî re hevdîtinan pêk bîne.