Li Sêrtê ambulans û otombîlê li hev dan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, otombîlek û ambulansekê li hev dan û di encamê de 8 kes birîndar bûn.

Li navenda Sêrtê, li Kolana Abdurrahman Kavak otombîla şofêrê wê Bayram Olgaç û ambulansa şofêrê wê Agit Şengul li hev dan.

Di encama bûyerê de her du şofêr û 6 kesên di otombîl û ambulansê de birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê hatin veguhestin.