Ji bo 4 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya cemed û aşûtê

Hewlêr (Rûdaw) – Saziya Keş û hewayê ji bo 4 bajarên li Bakurê Kurdistanê hişyariya cemed û aşûtê da. 

 

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Meteorolojiyê ku li piranî bajarên Bakurê Kurdistanê hewa dê kêm ewrayî be û li derûdorê Wan û Colemêrgê jî dibe berf bibare. 


Li herêmê wê cemed û mij çêbibe, germahiya hewayê jî dê li gor demsalê normal be û ji hêla bakur ve car caran jî ba dê rabe. 


Germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê de li Bedlîsê 6, li Wan û Mûşê 4, li Colemêrgê jî 3 pile hat pîvan. 


Germahiya hewayê ya herî zêde li Wanê 1, di bin sifirê de li Colemêrg, Mûş û li Bedlîsê 2 pile hat pîvan. 


Li ser Gola Wanê hewa dê ewrsayî be û ji hêla rojava û başûrê rojavayê jî car caran dê ba rabe. 


Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê, cemed û ciyên bilind jî dibe ku aşût Wan, Bedlîs, Mûş û Colemêrgê çêbibe û ji ber vê bila welatî baldar bin.