Li ser rêya Mehabad û Bokanê otomobîlek wergeriya

 

Hewlêr (Rûdaw) – Di encama bûyereke trafîkê de li ser rêya bajarên Mehabad û Bokan li Rojhilatê Kurdistanê 2 kes mirin û yek jî birîndar bû.

 

Li gorî ajansa Mêhr a îranî, îro (16.02.2014) serê êvarê li ser rêya navbera Bokan û Mehabadê otomobîleke ji curê pîkab ji rê derket.

 

Li gorî agahiyan, di bûyerê de ji 3 kesên nav otomobîlê 2 kes mirin û yek jî birînar bû.

 

Derbarê bûyerê de berpirsê polîsê trafîkê yê parêzgeha Ormiyê, Ebas Fermanî got, bûyer ji ber wê qewimiye ku şofêr nekariye otomobîlê kontrol bike û dîreksyon ji destê wî derketiye.

 

Tê gotin, rêya navbera Bokan û Mehabadê metirsîdar e û her sal gellek bûyerên nexweş rû didin.