ENKSê daxuyaniyek derbarê civîna ligel Nadine Maenza de belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreteriya Giştî ya ENKSê ragihand ku şandeke wê ligel Seroka Komisyona Azadiyên Olî ya Navdewletî ya Amerîkayê Nadine Maenza civiya ye.

Li gor daxuyaniya ENKSê, Maenza pirs derbarê astengiyên li pêş pêkanîna hilbijartinan li navçeyê kiriye.

ENKSê tekezî li ser girîngiya serxistina danûstandinan navbera PYNK û ENKSê û pêkanîna hilbijartinên pak û azad kiriye daku hemû alî tê de beşdar bin û ne di berjewendiya aliyekî tenê de bin.

Li gor daxuyaniya ENKSê herwiha tekezî li ser nehiştina binpêkirinên ku ji aliyê grûpên ser bi PYDê ve dijî ENKS tên kirin û girîngiya vekirina Deriyê Sêmalka li gor pîverên rast û nehiştina fakterên ku bûne sedema girtina derî kiriye.