Li Riha û Êlihê qeza: Miriyek, 10 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Riha û Êlihê yên Bakurê Kurdstanê di du qezayên cuda de kesek mir û 9 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Curnê Reş a parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîl wergeriya û 6 ji wan zarok 9 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Curnê Reş û Siwêregê, otomobîla ku Mehmet Gozeler diajot ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de şofêr û Gurbeta 42 salî, Sultana 64 salî, Meryema 36 salî, Hemzeyê 9 salî, Celalê 9 salî, Ferhatê 5 salî, Hasanê 3 salî, Havaya 3 salî û Yagmura 1 salî ku ji malbata Gozeler bûn birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û hêzên emnî bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Rihayê hatin veguhestin.

Hat zanîn rewşa birîndaran bi giştî baş e û metirsiya wan a canî nîne.

Li Êlihê ap mir û birazî birîndar bû

Li ser rêya Amed û Êlihê otomobîla ku Îshan Işikê 38 salî diajot ji rê derket û qulibî.

Di encamê de şofêr Îshan Işik û biraziyê wî Murat Işik birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê.

Li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyan Îshan Işik canê xwe ji dest da.