Malbateke ji Rojava li navbera Hewlêr û Silêmaniyê asê maye
Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Kurd a ji Rojavayê Kurdistanê tevî 5 zarokên xwe di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de asê maye û xwarina wan tenê nanê hişk e.
Ne rê didin wan herin Hewlêrê, ne jî dihêlin vegerin Silêmaniyê û malbatê xwe spartiye mizgeftekê.
Çend sal berê ji ber metirsiya rejîma Beşar Esed malbata Kurd koçberî Libnanê dibe.
Ji ber êrişên Îsraîlê yên li Libnanê malbat dîsa koçber bû û vêcarê berê xwe da Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê bicîh bû.
Piştî 2 mehan ji ber karta rûniştinê li Silêmaniyê nadin wan, malbat hewl dide derbasî Hewlêrê bibê.
Lê belê li xalên kontrolê rê bi malbatê nehat dayîn ku derbasî Hewlêrê bibe û malbat jî di vê zivistanê de ji bo zarokên xwe ji sir û sermayê biparêzê xwe avê mizgefteke Simaqûliyê.
Ne rayedarên Silêmaniyê û ne jî rayedarên Hewlêrê li wê malbata Kurd a koçber ku di nav her du bajaran de asê maye xwedî derdikevin.
"Em bimirin ji vî halî çêtir e"
Malxweyê malbatê Yehya Mistefa rewşa xwe ya zehmet wiha anî ziman:
"Ez ji ber şerê li Sûriyeyê çûm Libnanê û ji ber şerê wê derê jî ez hatim vê derê.
Li vê derê jî em vegerin şer û bimirin ji vî halî çêtir e. Em perîşan bûne, em bêçare mane.
Nizanim ev ezmûna Xwedê yan çi ye. Her mirovekî ku zarokên wî hebin û zarokên wî li ber çavên wî birçî bin zane tê çi wateyê.
Kurê min dibêje `Bavo êz dê îro jî birçî rakevim?` Ez dibêjim baba ez çi bikim, Xweda heye.
Tenê ew gotin mirina mirovan dike ku tiştek li pêş çavên te neyê."
5 zarokên Yehya Mistefa hene û temenê wan di navbera 1-7 salî de ne.
Mîkaîl û Lave zarokên ber şîr in û 3 roj in şîr venexwarine. 3 xwişkên din jî birçîna ji xew şiyar dibin.
7 kes in, tenê nanê tisî dixwin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 15, 2024
🛑 Ev malbata ji Rojavayê Kurdistanê li navbera Hewlêr û Silêmaniyê asê maye
🎙️ Dayîka malbatê: Şîr dixwaze, fêhm nake ku tune. Ka ez şîr ji kû derê bînim?
🎙️ Kurê min dibêje, "Ez zanim, em ê îro jî birçî razin." Ma ev gotin ji bîra min diçe? pic.twitter.com/DIBPvmdusZ
"Ez zanim, em ê îro jî birçî razin"
Dayîka zarokan Lîlaf Îbrahîmê jî wiha got:
"Ev qîza min şîr dixwaze, fêhm nake ku tune. Ka ez şîr ji kû derê jê re bînim?
Ez heta sax bim ji bîr nakim. Kurê doh dibê `Baba ez zanim em dê îro jî birçî razin.`
Ma ev gotin ji bîra min diçe? Heta ez sax bim ez vê gotinê ji bîr dikim?"
Malbat 5 hezar dolarî bi qaçaxî hatiye Herêma Kurdistanê û ji bo manê pêwîstiya wan bi karta rûniştinê heye.
Karta rûniştinê nedane malbatê û piştî salan koçberbûna li ser koçberbûnê malbat tevî 5 zarokan niha di nav du bajarê Başurê Kurdistanê de asê maye û spartine mizgefteke Simaqûliyê.