Dadgeha Hewlêrê cezayê îdamê da 4 kesan
Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeha Tawan a Hewlêrê cezayê sêdaredanê bo 4 tawanbarên teqîna 9 sal pêş a li Mexmûrê diyar kir, ku di encama wê teqînê de 36 kes şehîd bibûn û zêdetirî 150 birîndar bibûn.
Dadgeha Tawan a Hewlêrê roja 14ê Kanûna 2016ê, ji bo 4 kesan ku bi encamdan û alîkariya di teqîna xwekujiya 9 sal pêş a li navçeya Mexmûrê hatibûn tohmetbarkirin, cezayî îdamê birrî.
Kargêrê Liqa 23 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mexmûrê, Elî Mihemed ji Rûdawê re ragihand: “Di dosyaya wê êrişa terorîstî ya sala 2007ê de, hejmarek kes dest têde hebûn, lê belê piştî lêkolînan û rêkarên yasayî, Dadgeha Tawan a Hewlêrê cezayê sêdaredanê ji 4 kesan re derxist. Ew 4 kes tohmetbarên sereke yên wê bûyera terorîstî bûn.”
Elî Mihemed herwiha got: “Ji bilî ku ew bûyer, tawaneke mezin a terorîstî li dijî asayiş û îstiqrara Herêma Kurdistanê bû, herwiha kesûkarên şehîd û birîndaran bûyerê jî doz vekiribûn. Ez bi xwe ku kurê min di wê teqînê de şehîd bû û ez jî birîndar bûm, min doz li dijî tohmetbaran vekiribû.”
Roja 13ê Gulana 2007ê kesekî xwekuj bi kamyoneke tijî madeyên teqandinê, xwe bi avahiya Baregeha Liqa 23 a PDKê ya li navçeya Mexmûrê ve teqandibû, ku di encamê de 36 kes şehîd bibûn û zêdetirî 150 kesên din jî birîndar bibûn.
Hatibû ragihandin, ku 1 ton madeyên teqandinê di wê kamyona bombekirî de hatibû bicihkirin, ya ku kesekî xwekuj bi wê kamyonê, xwe bi navenda PDKê ya Mexmûrê ve teqandibû.