ÊLIH - Cengîz Çandar: Tayînkirina qeyûman talan e

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar diyar kir ku tayinkirina qeyûman talan e.

Li Bakurê Kurdistanê çalakî û xwenîşandanên li dijî tayînkirina qeyûman berdewam dikin.

Li parêzgeha Êlihê bi sedan kes li dijî tayînkirina qeyûman meşiyan.

Wezareta Karên Naxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn qeyûm tayînî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdîn, Şaredariya Êlihê û Şaraedariya Xelfetiyê ya Rihayê kiribû.

Piştî tayînkirina qeyûman li seranserî bajarên Bakurê Kurdistanê rojane çalakî, meş û xwenîşandan tên lidarxistin.

Parlamenterên DEM Partiyê, Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê, nûnerên DBP û saziyên sivîl û bi sedan şêniyên Êlihê tevlî xwenîşandana bûn.

Xwenîşandanê li Parka Yilmaz Guneyê dest pê kir û heta Çarrêya Basinê berdewam kir.

Xwenîşanderan dirûşmên wekî, “Em dê bi berxwedanê bi ser kevin, qeyûm talan e, berxwedan jiyan e” anîn ziman.

“Qeyûm dizî ye û xesp e”

Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan û Cengîz Çandar daxuyanî belav kir.

Alî Bozan diyar kir ku ew berxwedana xelkê Êlihê silav dikin û heta rejîma qeyûman bi dawî dibe dê têkoşîna wan berdewam bike.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengîz Çandar jî diyar kir ku îradeya gelê Kurd hatiye xespkirin û qeyûm nîşaneya talan û diziyê ye.

Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmazê jî bangî xelkê Êlihê kir ku tevlî mitînga 17ê Çiriya Paşîn bibin.

DBP û DEM Partî dê 17ê Çiriya Paşîn li Meydana Dortyolê ya Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar bixin.

Her wiha doh parêzgariya Êlihê jî ragihandibû ku 10 rojan hemû çalakî, meş û xwenîşandan hatine qedexekirin.