HOLENDA - PWK bi Partiya Çep a Kesk û Partiya Karkeran re civiya

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk tevî şandeyeke partiya xwe li Holendayê bi Partiya Çep a Kesk û Partiya Karkeran re civiya.

Li gorî Ofîsa Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) şandeyeke ku ji Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, Serokê Meclîsa PWKyê yê Ewropayê Baran Boskan, endamê Meclîsa Partiyê Ferhad Boskan pêk hatibû îro li Parlamentoya Holendayê li gel Partiya Karkeran hevdîtinek pêk anî.

Endama Parlamentoyê û Berdevka Karên Derve û Penaberan a Firaksyona Hevbeş a Partiya Çep a Kesk (Groen-Links) û Partiya Karkeran (PvdA) Kati Piri û Berpirsê Pêwendiyên Navneteweyî yê Partiya Karkeran Ties Huis in 't Veld şandeya PWKyê pêşwazî kir.

Firaksona Hevbeş a Partiya Çep a Kesk (Groen-Links) û Partiya Karkeran (PvdA), di Parlamentoya Holendayê de, sêyemîn koma mezin a Holendayê ye û niha di mixalefetê de ye.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, spasiya Kati Piri û Ties Huis in 't Veld kir.

Mustafa Ozçelîk di civîne de bîr û baweriyên PWKyê yên li ser çareseriya siyasî, demokratîk, aştiyane ya Pirsa Kurd û Kurdistanê anîn ziman.

Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk, di hevdîtinê de bal kişand ser girîngiya Holenda û dewletên Ewropayê ya derbarê piştgiriya daxwazên neteweyî, demokratîk ên Kurdan de.

Kati Piri û Ties Huis in 't Veld, bixêrhatina şandeya PWKyê kir û ji ber serdanê kêfxweşiya xwe anî ziman.

Li gorî daxuyaniyê rewşa giştî ya Holendayê û rewşa giştî ya Kurdan û ya Tirkiyeyê jî di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan girîngiya berdewamiya têkiliyên PWK û Firaksyona Hevbeş a Partiya Çep a Kesk (Groen-Links) û Partiya Karkeran (PvdA) anî ziman.