Li Amedê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn: 4 jê zarok 13 kes birîndar in
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn û 13 kes birîndar bûn ku 4 ji wan zarok in.
Li taxa Axwêranê ya navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê mînîbusa navendeke rehabîlîtasyonê û otomobîlek li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Hat ragihandin ku di encama qezayê de 4 jê zarok bi giştî 13 kes birîndar bûne.
Tîman birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajêr.