Li Meletiyê bi hêza 4,9 pileyan erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 4,9 pileyan erd hejiya.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) li ser erdhejê daxuyaniyek belav kir.

AFADê diyar kir ku navenda erdheja bi hêza 4,9 pileyan navçeya Wêranşarê ye û saet 10:46an rû daye.

Hat ragihandin ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre ne.

Parêzgarê Meletiyê Seddar Yavuz jî li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir û da zanîn:

“Heta niha ti xeberên ne xweş negihîştine ber destê me.”

Erdhej li Mereş, Semsûr û Dîlokê jî hat hîskirin.