PAKê li Amedê ji bo bîranîna Seyîd Riza semînarek bo Kerem Serhedî saz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Azadiya Kurdistanê ragihandiye, li navenda teşkîlata xwe ya li Amedê ji bo bîranîna Seyîd Riza û hevalên wî semînarekê bo nivîskar û lêkolînvanê Kurd, Kerem Serhedî saz dike.

Ofîsa Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê ragihandiye, Bi minasebeta 84mîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî, lêkolîner û nivîskarê Kurd Kerem Serhedî roja 15.11.2021ê li Teşkîlata Amedê ya PAKê semînerekê li dar dixe.

Semînar serê saet 11:00 destpê kiriye û têde Kerem Serhedî derbarê kesayetî û rola Seyîd Riza di tevgera rizgarîxwaza Kurdan li Bakurê Kurdistanê diaxive.

PAKê hêvî kiriye, ku xelk bi tedbîrên Covid-19ê beşdarî semînerê bibe.

Seyîd Riza û şeş hevalên wî ku pêşengên şoreşa Kurdan li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bûn, di şeva 14ê Mijdara 1937an de piştî dadgehkirina ne yasayî ya bi serperiştiya Îhsan Sabrî Çaglayan li Meydana Genim a Xarpêtê hatin darvekirin.

Her sal di 14-15ê Mijdarê de di serî de li Dêrsimê û bajarên din ên Kurdistanê, Seyîd Riza û hevalên wî bi çalakiyên cor bi cor tên bibîranîn.