Mehmet Ocalan li ser wefata Osman Ocalan: Malbat dê biryar bide

15-11-2021
RÛDAW
Nîşan Mehmet Ocalan Osman Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê Osman Ocalan, Mehmet Ocalan derbarê wefata birayê xwe de ji Rûdawê re ragihand ku ew gelek xemgîn in. Li ser agahdarkirina Abdullah Ocalan jî Mehmet Ocalan got, ew di bin tecrîdeke giran de ye “rê bi ti hevdîtinekê nayê dayîn.” Mehmet Ocalan dibêje jî ew dê biryar bidin bo anîna cenaze an jî beşdariya di merasîmê de li Hewlêrê.

Osman Ocalan ku heyamek e li nexweşxaneya Newroz a Hewlêrê hatibû razandin û çareserî werdigirt, sibeha îro, 15/11/2021, demjimêr 04.30 koça dawî kir.

Birayê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan, 25 roj bû li nexweşxaneyê di bin çavdêriya pizîşkî ya hûr de bû û ji ber Coronayê koça dawî kir.

Birayê Osman Ocalan, Mehmet Ocalan, derbarê wefata birayê xwe de ji Rûdawê re axivî.

Mehmet Ocalan ragihand ku ew bi wefata birayê xwe gelek xemgîn in û li ser egera birina cenazeyê wî yan jî sazkirina merasîmekê li Bakurê Kurdistanê jî Mehmet Ocalan got, “Zarok û hevjîna wî dê biryar bidin. Em dê biryarekê bidin.”

Herwiha Mehmet Ocalan li ser beşdariya di merasîma bo oxirkirina birayê xwe de jî got, “Me hîn biryareke tekez nedaye. Em dê li gor rewşê biryar bidin.”

Li ser pirsa, “herî dawî hûn kengî bi hev re axivîn?” jî Mehmet Ocalan, nexwest bersiv bide û got, “Ev bila li cem me bimîne.”

Li ser agahdarkirina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji wefata Osman Ocalan jî,  Mehmet Ocalan got, “Tecrîdeke bêdawî li ser Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin. Rê nadin bi tu awayî hevdîtin pêk werin. Ocalan di bin tecrîdê de ye.”

Lê Mehmet Ocalan tekez jî dike, rewş niha cuda ye, “ev rewşa mirinê ye, dibe ku ji ber wê yekê derfetek bê dayîn."

Profîla Osman Ocalan (Ferhad Ocalan)

1958 li Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bû

Berî tevlîbûna nav rêzên PKKê ku di 1978an de hat damezrandin, 2 salan li Koleja Perwerdê ya Lîbyayê xwend

Yek ji serkirdeyên payebilind ên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû

1986 bû Endamê Encûmena Navendî ya PKKê

1990 bû Endamê Encûmena Bilind a PKKê

2004 ji PKKê cuda bû û li Herêma Kurdistanê bicîh bû

15ê Mijdara 2021ê bi Coronayê canê xwe ji dest da

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst