Bayram Bozyel serbest hat berdan

Amed (Rûdaw) – Hat zanîn ku Cîgirê Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel ku hefteya borî li Amedê hatibû desteserkirin û biryara girtina wî hatibû dayîn, li ser îtîraza parêzeran hat berdan.

Çîgirê Serokê Giştî yê PSK'ê Bayram Bozyel ku di çarçoveya operasyona 8'ê Mijdarê de li Îzmîr, Mêrdîn û Antalyayê yên Amedê pêk hat de bi komek siyasetmedarên HDP û DBP'ê re hat binçavkirin, îro biryara girtinê hat dayîn.

Li gorî agahiyên ku ketine destê Rûdawê, Piştî biryara girtina Bayram Bozyel, parêzerê wî  li Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtiraz kirin û xwestin bê berdan. Serdozgeriyê jî ev daxwaz di cih de dît û biryara berdana Bozyel da.

Hate ragihandin ku Bozyel dê der barê mijarê de sibê demjimêr 11.00’an li Cemiyeta Rojnamegerên Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê bide.