Li Rojavayê Kurdistanê wergirtina pembo berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê wergirtina pemboyê cotkaran berdewam e.

Saziya Pembo ya Rêveberiya Xweser li gorî rênemayên standard pembo werdigire û li navendên selamet û parastî bi cîh dike.

"Me ji bo keç û xortan derfetên kar peyda kirine"

Endam û Pisporê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser got:

"Piştî Navenda Pembo di 7ê Tebaxê de hat sazkirin, ev navend bi hemû pêdiviyên selametiyê hat amadekirin, da ku berhema pembo ji hemû metirsiyên keşûhewa û derdorê bê parastin.

Herwiha tîmeke agirvemirandinê bi hemû otomobîl û alavan ji bo navendê hatiye dabînkirin.

Me di 2yê Çiriya Pêşîn de ji cotkaran dest bi wergirtina berhema pembo kiriye.

Di heman demê de saziya me derfetên kar ji bo hejmareke zêde ya karkerên xort û keç peyda kirine."

Tîmeke pispor a Saziya Pembo ya Rêveberiya Xweser kalîteya pemboyê wergirtiye destnîşan dike û li gorî kalîteyê bihayê pembo tê diyarkirin.

"Karûbarên wergirtina pembo gelekî baş in"

Cotkar Necim Hebaş pêvajoya wergirtina pembo wiha anî ziman:

"Ji destpêka pêvajoya wergirtina pembo ve me kaxeza radestkirina berhema pembo ji Rêveberiya Çandiniyê wergirt, da ku em bikaribin pemboyê xwe bînin navendê.

Karûbarên wergirtina pembo gelekî baş in, her kes li benda dora xwe dimîne, ti cudahî nîne.

Bihayê pembo jî baş e, em ji saziya pembo razî ne, hemû cotkar razî ne."

Bi gotina Hevserokatiya Saziya Pembo ya Rêveberiya Xweser wan heta niha 8 hezar û 600 ton pembo ji cotkaran wergirtiye.

Her wiha Saziya Pembo pêşbînî dike 75 heta 100 hezar ton pembo li her sê parêzgehên Hesekê, Reqa û Dêrezorê bên berhemanîn.

Li aliyê din, Rêveberiya Xweser serê her toneke pembo wekî 600 dolarên Amerîkî diyar kiribû.